TR KU SO
FB X
Cîhan

Jimara kustiyan ji 22 yan derket 25 an

Admin M
Nivîskar
📅 08 nîsan 2020 02:14

PeyamaKurd- Li welatê Mali ya Afrîkayê, çekdarên El Qaîde yê êrîşê ser kampa leşkerî kiribûn û di encamê de 22 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Li gor ajansa fermî ya Maliyê ya bi navê Amap ê; li herêma Gao yê li kampa leşkerî ya bi navê Bamba yê, miriyên encama êrîşa El Qaîdeyê, giha 25 kesî.

Di bûyerê de 6 leşker birîndar bûn û ji çekdarên El Qaîdeyê 8 kes hatin kuştin. Artêşa Mali yê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku wan tîmên destekê şandine deverê, li kampê gelek xesar çêbûye û muhîmmatên kampê zerarê dîtine lê kontrola kampê di destê artêşa Mali yê de ye.

Parve bike: