TR KU SO
FB X
Cîhan

Jimara miriyan ji 200 kesan derbas bû

Admin M
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2018 20:04

PeyamaKurd- Ev 3 mehe ku li welatê Nîkaraguyê xwepêşandan ranawestin û jimara miriyan ji 200 kesî derbas bû.

Li Nîkaragûayê di sala 1990an de şerê navxweyî rawestiyabû. Ji wê salê û heya niha şerê herî dijwar di nava wan de derket û dewam dike.

Xwepêşandêrên ku derketine kuçe û kolanan, serokê dewleta xwe Daniel Ortega û jina wî Rosario Murilloyê bi gendeliyê sûcdar dikin. Di operasyona îro de 4 hêzên asayîşê û 6 sîvîl hatin kuştin.

Hukumet ragihandibû ku wê ji maaş û ewleya civakî hinek dinê jî pere bistînin û xwepêşandan destpêkiribûn.

Parve bike: