Cîhan
Jimara wefatên Kovid-19 ê îro 81 e
PeyamaKurd – Tablo ya pandemiyê ya rojane ya Tirkiyê û Kurdistana Bakûr ji aliyê wezareta tenduristiyê de hat ragihandin. Li gor rêjeyên tabloyê îro 81 kes wefat kirine û 20.049 kes testên wan posîtîv derketine. Rêjeyên giştî yên Kovid-19 ê wehanin:
35.787.480 test heya îro hatine kirin.
2.950.603 test heya îro posîtîv derketine.
29.777 nexweş heya niha wefat kirine.
1.503 nexweş îro halgiranin.
2.770.638 nexweş heya îro baş bûne.
184.452 test îro hatine kirin.
20.049 testên îro posîtîv derketine.
902 nexweşên îro hene.
81 nexweş îro wefat kirine.
18.615 nexweş îro baş bûne.