Jimarên encama serê Rûsya û Ûkraynayê ji niha de girane
PeyamaKurd – Êrîşên Rûsyayê yên ser Ûkraynayê dewam dikin. Îşev Kîev bi tundî hat bombekirin. Kesên xwestin ji artêşê re bibin destek, daketin kolanan. Wezareta tendursitiyê ya Ûkraynayê jimaran ragihand: 198 kes mirine û 1115 kes birîndar bûne.
Li payîtexta Ûkrayna Kîevê siet ji 17.00 heya 08.00 ê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Şaredarê Kîevê ragihand ku her kî li pey fermanê neçe, wê wan dijmin bihesibînin. Serê sibê zû wezîrê karên hundir yê Ûkraynayê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandinekî kir û weha got:
“Li kolanên bajarê me şer çêdibin. Aram bin û deriyên xwe ji kesî re venekin. Herin sitargehên herî nêz. Heya niha 3.500 leşkerên Rûsyayê hatine kuştin û 200 leşkerên Rûsya dîl ketine. 14 balafirên Rûsan, 8 helîkopter û 102 tank hatine îmhakirin.”
Şaredarê bajarê Lvîvê Andrey Sadovyi di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku 3 helîkopterên Rûsyayê ku di wan de 60 leşker hebûn, xwe danîn devera Brody ê. Rewş di bin kontrolê de ye û leşkerên Rûsyayê paşde dehf dane.
Serokerkaniya Ûkraynayê ragihand ku wan 14 balafirên şer, 8 helîkopter, 102 tank û 536 alavên zirxî roxandine.