TR KU SO
FB X
Cîhan

Jineke Gurcî bû serokomara welatê xwe

Admin H
Nivîskar
📅 29 mijdar 2018 20:14

PeyamaKurd - Di encama hilbijartinên serokomariyê yên Gurcistanê de, jina bi navê Salome Zurabişvili bi ser ket û bû yekem Serokomara jin a Gurcistanê.

Salome Zurabişvili ya 66 salî dîplomatkara berê ye û li Fransayê ji dayik bûye.

Zurabişivili di hilbijartinên serokomariyê de 59%ê dengan wergirt û bû yekem serokmara jin di dîroka Gurcistanê de.

Tê çaverêkirin Zurabişvili di siyaseta Gurcistanê de, hevsengiyekî di navbera pêwendiyên ligel Rûsya û welatên Ewropî de ava bike.

Parve bike: