TR KU SO
FB X
Cîhan

Jineke Siudî, ji ber Twitterê, 34 sal siza xwar

Ruken güler
Nivîskar
📅 17 tebax 2022 20:15

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji aliyê The Guardianê ve hat parvekirin, jineke Siûdî ya bi navê Salma al-Shehab, ji ber ku Twitterê bi kar haniye, ji aliyê rêveberiya Erebîstana Siudiyê ve bi 34 sal sizayê girtîgehê hatiy sizadan.

Li gorî nûçeyê Salma al-Shehab, li İngiltereyê li Zanîngeha Leedsê xwendekar e û dema ku ji bo betlaneyê vedigere Erebîstana Siudiyê, tê binçavkirin û di derbarê wê de doz tê vekirin.

Bi berdewamî tê gotin ku hinceta darizandinê ew bûye ku hesabê wê yê Twitterê hebûye û di vî hesabî de aktivîstên muxalîf şopandine û parvekirinên wan retweed kirine.

Hesabê wê, hatiye şopandin

Salma al-Shehab a ku dayîka 2 zarokan e, li ser tometa “bêaramkirina raya giştî û ewlehiya neteweyî” di serî de bi 3 salan tê sizadan lê belê dozgerekî dadgeha dijderketinê, tometên ku hatine kirin dinirxîne û biryara 34 sal sizayê zindanê dide.

Hat ragihandin ku jina hatiye sizadan, piştgiriya doza aktivîsta Siudî Loujain al-Hathloul kirye ku ew aktivîst, mafên jiyana jinan diparêze û ji ber vê jî li ser doz hatine vekirin.

Parve bike: