Cîhan
Joe Biden bang li sektora enerjiyê kir ku hilberîna xwe zêde bikin
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî da kompaniyên mezin ên enerjiyê ku banga zêdekirina rêjeya hilberîna sotemeniyê kir.
Joe Biden ji kompaniyên enerjî û sotemeniyê daxwaz kir, hilberîna xwe zêde bikin, ji ber ku bilindbûna bihayê benzînê rewşeke aborî û siyasî ya metirsîdar li ser malbatên Amerîkî çêkiriye.
Herwiha Serokê Amerîkayê Joe Biden hişyarî da û got: “Ev qeyrana ku li ber malbatên Amerîkî derketiye holê, divê bilez were çareserkirin.”
Li gorî medya Amerîkî ji bo ku kompaniyên enerjiyê hilberîna xwe zêde bikin, pêwîstî bi rewşeke awarte heye.