Cîhan
Joe Biden derziya sêyem li xwe da
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Sipî li ber kamerayên çapemeniyê derziya Kovid-19 ê ya sêyem li xwe da. Bidenê 78 salî piştî rêvebirên tenduristiyê îzna derziyê danê, derziya destekê ya Pfizer/BioNTech ê li xwe xist.
Biden, di dema lêdana derziyê de şîretê li xelkê kir û got ji bo parastina tenduristiya mirovan aşiya koronayê bibin.