Joe Biden: Ez ê serê salê biryara xwe zelal bikim
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, di derbarê namzediya xwe ya ji bo Serokatiya Amerîkayê ya ji bo hilbijartinên 2024an de daxuyaniyek da. Biden da zanîn ku neyeta wî erênî ye.
Joe Biden, li ser hilbijartinên navberê yên Amerîkayê ku di 8ê Mijdarê de hatin kirin, li Koşka Spî daxuyaniyek da çapemeniyê. Biden li ser hilbijartinan got,
“Ev ji bo demokrasiya Amerîkayê, rojek baş e. Wekî ku bendewarî hebûn, pêla sor nehat û rewş li peyî bendewariyên Komariyan ma.”
Serokê Amerîkayê li ser rapirsiyên ku li ser encamên sindoqan hatibûn kirin jî axivî û li ser pirsa, ‘Ji %75ê xelkê ji pêşveçûnên li welêt ne razî ne, hûn ê di 2 salên dawî yên erkdariya xwe de çi tiştên guherbar bikin? got ku ‘ez ê tiştek jî nekim.’
Li ser pirsa rojnamevanan a ‘Gelo dê car din bibe namzedê Serokatiya Amerîkayê yan na?’ jî got ku
“Li ser vê yekê neyeta min heye. Ez ê heta serê sala nû, biryara xwe zelal bikim.”