TR KU SO
FB X
Cîhan

Joe Biden gihaye 306 delegeyan

Admin M
Nivîskar
📅 14 mijdar 2020 04:53

PeyamaKurd – Di hilbijartina serokkomariya dewleta Amerîkayê de, piştî îtîraza Trumpî li eyaleta Georgiyayê ku car din deng hatin jimartin û Biden biserket, jimara delegeyên Joe Biden gihaye 306 delegeyan.

Li gor ragihandina Edison Researchê; Biden bi 306 delegeyan serokatiyê qezenc kiriye û Trump jî 232 delege sitendiye. Biden Georgiayê qezenc kir lê Trump li Carilonayê ya Bakûr qezenc kir.

Bo kesekî bibe serokkomarê Amerîkayê 270 delegeyan qezenc bike bes e.

Parve bike: