TR KU SO
FB X
Cîhan

Joe Biden: Karê me yê li Afganistanê dawiya Tebaxê diqede

Admin H
Nivîskar
📅 09 tîrmeh 2021 20:32

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden eşkere kir ku karê wan li Afganistanê wê di dawiya meha Tebaxa bê de bi dawî bibe.

Joe Biden li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê got: “Em ne amade ne di şerekî ne serkeftî de, dema bêhtir feda bikin. Piştî 20 salan, divê Afganî karibin welatê xwe bi xwe biparêzin.”

Biden destnîşan kir, xwesteka Afganistanê ya di têkbirina terorê de bi ser ket û got:  “Kesên ku beşdarî êrîşên 11ê Îlonê bûne jî wê Hikumeta Afganistanê wan ceza bike.”

Joe Biden bi bîr xist ku biryara vekişînê piştî raporên istixbaratî û pêşnîyarên serokên leşkerî pêk hatiye.

Parve bike: