Cîhan
Joe Biden: Li Amerîkayê cûreya Omicron zû belav dibe
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden beriya ji tîma tendirustiyê zanyariyên nû yên derbarê Koronayê (Covid-19) de bistîne, daxuyaniyek da rojnamevanan.
Joe Biden da zanîn, di van rojên dawî de li Amerîkayê cûreya Omicron gelek bilez belav dibe û diyar kir: “Omicron zû belav dibe, di rojên pêş de hûn ê bibînin ku pêketinên Covid-19ê zêde dibe.”
Biden eşkere kir, rêya herî baş a xweparastina ji Omicronê, derzî ye û got: “Niha tu hinceteke wenegirtina derziyê tune ye.”
Li ser dermanê Covid-19ê ku ji aliyê Pfizer ve hatiye amadekirin û bi rêya dev tê wergirtin, Biden got: “Min ferman da tîma xwe ku sîparîşa dermanê Pfizer ji 10 milyonan bo 20 milyonan derxin. Ev derman dê meha bê de bigihîjin xelkê.”