Cîhan
Joe Biden, li ser dayîna F-16an axivî: Em nadin!
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, piştî serdana xwe ya ji bo Marylandê, pirsên rojnamevanan bersivandin. Biden, li ser pirsên şandina balafirên şer ên ji bo Ukraynayê jî axivî û da zanîn ku ew ê balafiran neşînin Ukraynayê.
Joe Biden, piştî ji Marylandê vegeriya Washingtonê, derket hember rojnamevanên li Koşka Spî û pirsên hatinpirsîn, bersivandin. Biden, li ser pirsa rojnamevanekî ya “Gelo Amerîka dê balafirên şer ên F-16 bide Ukraynayê yan na?” got, “Naxêr.”
Biden, li ser pirsa “Gelo ew ê di salvegera şerê Rusya û Ukraynayê de hûn ê serdana Ewropayê bikin yan na?” got, "Ez ne bawer im."
Ji aliyê din ve Biden diyar kir ku ew ê serdana Polonyayê bike û da zanîn ku serdan dê kengî bê kirin, hîn ne diyar e.