Joe Biden, li ser mafên resikan axivî: Bêdengî, hevkarî ye
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden, beşdarî bîranîna meşa protestoyî ya ji bo mafê dengdanê yê reşikan bû. Biden, banga xurtkirina mafê dengdanê yê reşikên li welêt kir.
Joe Biden, di merasîma protestoyî ya mafê dengdayîna reşikan bû û bi peyatî ji pira Edmund Pettus a ku bi bûyeran tê nasîn derbas bû, piştî axaftina xwe ji girseya ku gelek endamên Kongreyê lê amade bûn re axivî.
Biden amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîst e her tişt di derbarê dîroka Amerîkayê de fêr bibe, çi baş be yan ne xirab be, wekî piştgirê mafên medenî di bûyera Yekşema Bixwîn de xwe gelek sûcdar hîs kir.
Serokê Amerîkayê bal kişand ser girîngiya mafê dengdanê ji bo demokrasî û azadiyê û got ku divê Kongre Qanûna Mafên Dengdanê ya John Lewis ku rêziknameyên girtina tedbîrên li dijî nijadperestiyê di pêvajoyên dengdanê de vedihewîne, derbas bike.
Biden, destnîşan kir ku ew ê li hemberî neheqiyên li dengdêrên reş bêdeng nemînin û got, 'Bêdengbûn hevparbûn e.'
Joe Biden, di vê çarçoveyê de çend sozên wekî aborî, kar û gihîştina ava paqij dan dengdêrên reşik.