TR KU SO
FB X
Cîhan

Joe Biden: Putîn biryar daye di nava çend rojên pês de êrîsî Ukraynayê bike

Admin L
Nivîskar
📅 19 sibat 2022 16:59

PeyamaKurd Serokê Amerîkayê Joe Biden li Koşka Spî ji rojnamevanan re di derbarê aloziya li sînorê Ukrayna û îhtîmala êrîşekê ji aliyê Rûsya de axivî û diyar kir, Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn biryar daye di nava çend rojên pêş de êrîşî Ukraynayê bike.

Serokê Amerîkayê Biden da zanîn: “Sedemên me hene ku em bawer bikin, hêzên Rûsî plan dikin di rojên pêş de êrîşî Ukraynayê bikin.”

Biden destnîşan kir: “Ez di vê gavê de piştrast im ku Putin ev biryar (êrîşkirina ser Ukraynayê) daye.”

Herwiha Biden li ser pirsa; “Hûn çawa bawer in wê Rûsya êrîş bike?” bersiva; “Îstixparata me li her derê heye” da.

Parve bike: