TR KU SO
FB X
Cîhan

Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê hefteya pês li ser Îranê dicivin

Admin L
Nivîskar
📅 19 tebax 2021 15:28

PeyamaKurd – Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett, hefteya pêş li ser danûstandinên navokî yên bi Îranê re civînekê li dar dixin.

Berdevka Qesra Spî Jen Psaki destnîşan kir, Serok Biden û Bennett dê di 26ê Tebaxê de cara pêşî li Qesrê bicivin û da zanîn, ew dê di serî de Îran li ser hin mijarên krîtîk yên cîhanî û herêmî bipeyivin.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump, peymana navokî ya bi Îranê re sê salên berê pûç kiribû û di meha Nîsanê de bo jinûve geşkirina peymana navokî, hin danûstandin çêbûbûn, lê ew pişt re rawestiyabûn.

Parve bike: