John Bolton: Dibe ku gefên Putin rast bin!
PeyamaKurd- Şêwirmendê berê yê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê John Bolton diyar kir ku dibe biryara Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin a danîna çekên nukleerî yên taktîkî li Belarusê, di gotinê de nemîne û rast be.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka Spî yê dema Donald Trump John Bolton diyar kir ku Putin berê çekên nukleerî wekî gef bi kar hanîbûn û wiha got, "Lê belê dibe ku li vê derê blof neke. Çekên nukleerî yên taktîkî bi rastî dikarin li Belarusê bên bicihkirin."
Bolton diyar kir ku ji bo "vegerandina" Belarusa ku berê beşek ji Yekîtiya Sovyetê bû ji aliyê Rusyayê ve têra xwe guh nehat dayîn û wiha got: "Em dizanin ku moşekên kruz, dron û serikên şer hene."
John Bolton da zanîn ku li Kaliningradê, moşekên Rusyayê hene ku peymana Hêzên Nukleerî ya Navîn Menzîl (INF) ku Amerîkayê di sala 2019an de jê vekişand, binpê dike û wiha got:
"Ji ber vê yekê kapasîteyên ku Rusyayê jixwe li Kaliningradê hene yên herî xeternak in. Ez nafikirim ku ramana hilanîna hin çekên nukleerî yên taktîkî û pêşvebirina qaîdeyên derheqê wê de wê hevsengiyê biguherîne."