TR KU SO
FB X
Cîhan

Josep Borrell, hisyariya qeyrana aboriyê kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 20 îlon 2022 17:30

PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, hişyariyek li raya giştî ya cîhanê kir û da zanîn ku qeyraeke aboriyê, bi bayê bezê nêz dibe.

Josep Borrell ê ku dê di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de serokatî li civîna wezîrên karên derve yên welatan dike, beriya civîna ku ne fermî ye, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Nûnerê YEyê Josep Borrell, da zanîn ku di civînên par hatin kirin de wan li ser rewşa Efxanîstanê guftûgo dikirin û niha jî ji ber şerê li Ukraynayê, ew ê bandorên şer werin nirxandin. Borrell di dewama axaftina xwe de got,

“Şerê li Ukraynayê, tenê ne li Ukranayê ye. Ukraynayî şer dikin, Ukrayna bi moşekan tê bombebarankirin. Beşa din a cîhanê jî ji ber zêdebûna buhayên enerjî û xurekan û pê ve girêdayî zêdebûna hawira bê ewlehî û faîzê dikeve bin bandorê. Em dikarin vê yekê wisa bi nav bikin ku wekî bahozê, qeyraneke aboriyê ya ji ber enerjiyê û xurekan nêz dibe.”

Josep Borrell, di axaftina xwe de bal kişand ser civîna wezîran û da zanîn ku ew ê di civîna xwe de li ser van pirsgirêkên ji ber gotinên Rusyayê derdikevin, biaxivin bê ka ew ê bikaribin çi bikin.

Parve bike: