TR KU SO
FB X
Cîhan

JP: Serokên Hemasê li Tirkiyê civîneke nepen li dar xist

Admin H
Nivîskar
📅 19 berfanbar 2023 01:04

PeyamaKurd – Rojnameya Îsraîlî Jerusalem Postê ragihand ku lîderên Hemasê bi mebesta cihekî ewle ye li Tirkiyeyê civîneke nepen li dar xistin.

Li gorî nûçeya JPyê ku dispêre weşana dewleta Îsraîlê KANê hefteya borî berpirsên pilebilind ên Hemasê li Tirkiyeyê civîneke nepen li dar xistine.

Hatiye diyarkirin ku Cîgirê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Salih el Arurî ji mala xwe ya Beyrûdê û şefê berê yê Hemasê Xalid Meşal jî ji paytexta Qeter Dohayê serokatiya civînê kirine.

KANê ragihandiye ku gelek berpirsên pilebilind ên Hemasê beşdarî civînê bûye û Tirkiye bi mebesta ewlebûnê bi zanebûn ji bo wê civînê hatiye hilbijartin.

Jeruelam Postê li ser cihê civîn lê hatiye kirin agahê nedaye, lê diyar kiriye ku civîna Hemasê ya li Tirkiyê bi mebesta kordîneya gavên bê yên şerê ligel Îsraîlê hatiye sazkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, îstixbarata Îsraîlê beriya niha gefa lêdana lîderên Hemasê li welatên wekî Tirkiye, Qeter û Lubnanê xwaribû. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku bi eşkereyî piştevaniya Hemasê dike jî bertekek tund ji Îsraîlê re nîşan dabû û gotibû, ger tiştekî wiha bibe ew dê bersivê bidin.

Parve bike: