TR KU SO
FB X
Cîhan

Kaledonya Nû “referandûma serxwebûnê” dike

Admin M
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2018 20:18

PeyamaKurd- Pêngava serxwebûnê: Kaledonya Nû bo ji Fransayê veqete, wê refarandûmê bike. Kaledonya Nû li Okyanûsa mezine û di bin destê Fransa de ye.

Kaledonya Nû bo serxwebûna xwe bidest bixe, xwe amade dike da di meha 11an de “referandûma serxwebûnê” bike. Berdevkê tevgera serxwebûnê Daniel Goa got ku veqetandina ji Fransayê dê her bibe û ev “meseleyeka heysiyetêye”.

Siyasetmedarê Fransiz Laurent Wauquiez ragihand ku Kaledonya Nû nebe, dê Fransa nebe weka berê û divê Kaledonya Nû bi Fransayê ve bimîne. Hem bo bi Fransayê de girêdayî bimîne, bang li serokê Fransayê Emmanuel Macron kir.

Li aliyek jî encamên anketan nîşan didin ku piraniya xelkê Kaledonyayê dixwaze bi Fransayê ve bimîne û ti partiyeka Fransayê terefdarê veqetandina Kaledonyayê nîne.

Kaledonya di sala 1853 an de koloniyeka Fransayê bû. Di sala 1946an de ketibû nava Yekîtiya Herêmên Fransayê. Di sala 2003an de piştî guherandina qanûna bingehîn, statuya wê bû Herêma Otonom ya Fransayê.

Parve bike: