Kalin bo Rojava: ‘Êdî dewleta PKKê derveyî îhtimalan e’
PeyamaKurd – Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin piştî civîna kabîneya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku îro civiya civîneke rojnamevanî li dar xist.
Kalin di civîna rojnamevanî de bal kişand ser ku li Sûriyê bi helwesta rijda a serokatiya Erdogan wan rê li ber dewleteke Kurdî girtiye û got, “Êdî li sînorên Sûriyê dewleta PKKê li derveyî îhtimalan maye. Bila ti şik û gumana kesî jê nebe ku em ê vê helwesta xwe li Efrîn û Îdlibê berdewam bikin.”
Kalin derbarê nameya Pentagonê ya ser kirîna S-400an û dorpêçên bo F-35an jî diyar kir, “Ev name ne tenê ji aliyê ûslûbê ve, herwiha ji aliyê naverokê ve jî dijî rûhê hevpeymanîbûnê ye. Min bîstek berê bi Şêwîrmendê Asayîşa Netewî yê Trump re hevdîtineke telefonê pêkanî. Hevdem bi şandina nameyê re belavkirina wê di medyayê de ne cidîbûnek e. Emê li gorî naverok û ûslûba wê bersivekê bidin.”