TR KU SO
FB X
Cîhan

Kamyon ket nav xwendekaran: 6 xwendekaran can dan

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 03 nîsan 2024 01:39

PeyamaKurd – Li parêzgeha Basrayê ya Iraqê, dema xwendekar ji dibistanê derketin, kamyona ku frêna wê teqiya kete nav xwendekaran û di encamê de 6 xwendekaran canê xwe ji dest dan.

Wezareta Tendurustî ya Iraqê da zanîn ku li gel mirina 6 xwendekaran, 16 xwendekar jî birîndar bûne.

Çapemeniya Iraqê ragihand ku ji ber leza kamyonê pir zêde bûye, xwendekaran nekaribûne xwe ji kamyonê biparêzin û ji ber vê yekê hejmara mirî û birîndaran evçend zêde bûye.

Wezareta Hundirîn a Iraqê ragihand ku ajovanê kamyonê hatiye desteserkirin û di derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin

Hate ragihandin ku ajovan di jêpirsîna xwe ya polês de gotiye ku ji ber frêna kamyonê xera bûye, wî kontrola kamyonê ji dest daye û di encamê de vê karesatê rû daye.

Parve bike: