Cîhan
Kamyona koçberan hildigirt wergeriya: 22 kes mirin û 36 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Rojhilatê Afganistanê li bajarê Laghmanê koçberên ku ji Pakistanê dadgeriyan, kamyona wan wergeriya. Di encamê de 22 kes mirin û 36 kes birîndar bûn. Di kamyonê de 10 zarok û 5 jin hebûn.
Qeza seet di 05.30an de bi wextê Afganistanê li ser rêya Kabil-Celalabadê li devera Surxakanê bi sedema ajotvan ket xew de qewimî.
Birîndaran birin nexweşxanên li bajarê Nangarharê lê rewşa hinek ji wana baş nîne.