Cîhan
Kamyona tije koçber qeza kir: Herî kêm 53 kesan can da
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li başûrê welatê Meksîkayê kamyoneke zêdetirî 100 koçber tê de hatibûn barkirin li pireke peyayan xist û qulibî.
Berpirsan ragihandiye ku kamyona zêdetirî 100 koçber tê de bûn, dema vîrajê li otorêyeke nêzîkî bajarê Tuxtla Gutierrezê li pireyeke derbasbûna peyayan xistiye û qulibî ye.
Li gorî zanyariyên fermî, di encama qezayê de herî kêm 53 koçberên di kamyonê de bûn can dane û 50 kes jî birîndar bûne ku rewşa tenduristiya 40 kesên bo nexweşxaneyê hatine veguhestin giran e.
Berpirsan daye xuyakirin ku tê texmînkirin, koçberên can dane piraniya wan ji Amerîkaya Navîn in.