Cîhan
Kanada: Wê 5 dewlet bi hevre lêpirsînê bikin
PeyamaKurd- Kanada di balafira Ûkraynayê de ya ku li Tehranê ji aliyê artêşa Îranê de bi fuzeyê hat xistin, 57 hemwelatiyên wê tê de miribûn. Niha Kanada ket nav tevgerê û got ku bo lêpirsîne grûbeka xebatê ji 5 dewletan çêkirine. Her 5 dewlet ew in ku hemwelatiyên wan di balafirê de mirine. Ew dewlet; Brîtanya, Swêd, Ûkrayna, Kanada û Afganistan in. Ragihandina çêkirina grûbê ji aliyê wezîrê karên derve yê Kanadayê François-Philippe Champagne de hat ragihandin.
Wezîr got ku serokkomar ferman daye bo malbatên muhtaç pêdiviya wan bi çi hebe wê alîkarî bêkirin.