Cîhan
Karamollaoglu: Ew soza ku me daye milletê em li ser soza xwe ne
PeyamaKurd – Piştî İYİ partiyê ragihand ku dev ji hevkariya masa şeşqolî berdaye, serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoğlu ragihandina xwe ya ewilî kir. Karamollaoğlu got:
“Me çi soz dabe milletê, em li pey soza xwe ne. Bi heman bawerî, ezm û biryarê em di rêya xwe de dimeşin.”
Karamollaoğlu di ser hesabê xwe yê Twitterê de got:
“Weka me soz da hev, em ê di 6 êmehê de roja duşemê li mala Saadet Partiyê werin cem hev.1,5 e ku em bi hevre dixebitin û bi şêwrê em gihane yek fikrî û got:
“Di civîna me ya do ya dawiyê de, piştî serokên partiyan îmze kirin, di metna ku em li serê gihane hev, me ji xwe re nexşerêyekî hevpar danîbû. Weka me soz dabû, em ê di 6 ê mehê de bi mazûrvaniya Partiya Saadêtê em ê bicivin.”