Karamollaoglu: Perwerda zimanê dê mafekî rewa ye
PeyamaKurd- Namzedê serokkomariya Tirkiyê û serokê partiya Saadetê Temel Karamollaoğlu, bi medyayê re civîneka çapemeniyê li dar xist û fikr û ramanên xwe got. Karamollaoğlu di mijara pirsa Kurd de fikrên xwe beyan kir.
Li ser mijara Kurd ragihand ku di nava çend hefteyan de wê rapora xwe ya di derbarê mijara Kurdan de li Diyarbekirê bide û balê kişand ser wê yekê ku di vê mijarê de partiya wan gelek zahmetiyê diye. Serokê wan yê berê Necmeddîn Erbakan li ser axaftina wî ya bajarê Bîngolê hat darizandin, mehkûmkirin û siyaset jê re hat qedexekirin. Karamollaoğlu weha dewam kir:
“Me di vê mijarê de xebatên gelek baş kir. Di herêmê de me bi gelek kesan re da û sitend. Me li fikra wan guhdarî kir. Tişta girîng ku li serê radiwestin; perwerda zimanê dê ye. Li gor fikra me ev mafekî rewa ye. Di dayîna vî mafî de ti xesarekî tine ye. Helbet wê zimanê fermî hebe. Di nivîsandinên fermî de, zimanê fermî helbet girîng e. Li her derê dinyayê, ciyên ku zimanên cuda lê hene, sîstemeka weha tercih dikin.”