TR KU SO
FB X
Cîhan

Karantîneya Macron a Covid-19 bidawî bû

Admin H
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2020 20:51

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku ji ber derketina testa wî ya koronayê ya pozîtîf li mala xwe ketibû karantîneyê, bi sedema ku ti nîşaneyeke Covid-19 li ser peyde nebûye dawî li karantîneya xwe anî.

Koşka Elysee bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji ber nebûna ti nîşaneyeke koronayê karantîneya Macron hatiye bidawîkirin û di dema karantîneyê de jî xebatên xwe berdewam kirine.

Koşka Elysee daye xuyakirin ku li gorî rêkarên tenduristiyê karantîne 7 roj e û di roja 7an de karantîneya wî bidawî hatiye.

Parve bike: