Kardînal Louis Sako li Vatîkanê ji aliyê Papa ve hate pêswazîkirin
PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Francis li Vatîkanê pêşwazî li Patrîkê Dêra Keldanî ya Iraq û cîhanê Kardinal Louis Sako kir ku ji ber biryara astengkirina wî ya hikûmeta Bexdayê ji 21ê Tîrmeha 2023yan ve li Hewlêr û Deşta Nînowayê karûbarên xwe dimeşîne.
Hate ragihandin ku li ser vexwendina Vatîkanê Kardînal Sako çûye Vatîkanê û ligel Papa Francis hevdîtinek pêk aniye.
Patrîkê Dêra Keldanî li Iraq û cîhanê, Kardînal Louis Sako, 1ê Tebaxa 2023ê, peyamek ji Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re şandibû û bang li wî kiribû biryareke nû ya serokomariyê derbixe, divê hemû ewqaf wî nas bikin.
Louis Sako herwiha meha Tîrmehê jî ji serokomar, serokwezîr û gelê mesîhî yê Iraqê re dabû xuyakirin, vekişandina biryara komarê li Iraqê bûyereke nedîtî ye, em nizanin dê kengê ev hemû bûyerên diyarker bi dawî bibin û dê li dadgehê berdewam bin.
Hêjayî gotinê ye, ofîsa Patrîkê Dêra Keldanî li Iraq û cîhanê ragihandiye ku kardînal Louis Sako li Dadgeha Federalî gilî li dijî Serokomarê Iraqê kiriye daku biryara xwe betal bike.
Sako gotibû ew jî mîna Sîstanî, meclîsa bilind a şîeyan, şertek xiristiyan e û ti pêwendiya wî bi siyasetê re tune û hişyarî da hikûmeta Iraqê, eger li dijî binpêkirinên li dijî mesîhiyan dengê xwe nekin, dê li civaka navdewletî li mafê xwe bigerin.