Karkirên lîmanan li ser sewqiyata çekan û şeran li 22 dewletan grevê kirin
PeyamaKurd – Di Roja Çalakiyên Karkirên Lîmanan yên Navdewletî de, li 22 dewletan karkirên ku di 113 lîmanan de dixebitin, li dijî şeran, gihandina çekan, sîlih, muhîmmat, techîzatên leşkerî û bikaranîna wan, dest ji kar berdan.
Li welatên wekî Tirkiyê, Îtalya, Yûnanistan, Îspanya, Fas û hwd. sendîka daxwuyaniyên hevpar dan û bang kirin ku lîmanan ji bo sewqiyatên leşkerî bikar neynin.
Di binavkirina wan de, şerê li Xezzayê, yên li Rojhilata Navîn di nav de, li dijî mîlîtarîzekirina lîmanan derketin. Di daxwuyaniya wan sendîkayan de weha hat gotin:
“Divê lîman ji bo birina muhîmmat, sîlih, techîzatên leşkerî û leşkeran nên bikaranîn. Karkirên lîmanan ji bo şer naxebitin.
Li Yûnanistanê di lîmanên Pire, Rafina, Lavrio, Patras, Igoumenitsa, Elefsina û Rio-Antirrio de karkir grevê kirin. Li Atînayê ji bo aramancên li jorê meş li dar xistin.
Di nav karkirên ketine grevê de, destekê ji Almanya sendika ver.di, ji Îrlandaye ji sendika SIPTU, li Danîmarkayê ji sendika 3F û ji Fransayê ji sendika CGT Ports et Docks destekê sitendin. Li Hinbdistanê jî ji Federasyona Karkirên Barhilgirên Avê (WTWFI) destekê sitendin.
Terefdarê Filistinê Filoya Sumud ya Kureyî jî desteka xwe ji bo grevê ragihand.