Cîhan
Kazimî 7 navên wezîran bo parlamenê sand
PeyamaKurd – 7 navên wezîrên ku ji bo wezaretên vala mane, ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hatine destnîşankirin ji bo bawerpêdanê ji parlamena Iraqê re hatin şandin.
Cîgirê Serokê Parlamena Iraqê Beşîr Hedad ragihand ku ew 7 navên bo wezaretan ji bo bawerîpêdanê ji parlamena Iraqê re hatine şandin.
Hat ragihandin ku wê roja Şemiyê ew 7 navên nû biçin ber dengdana Parlamentoya Iraqê.
Di nav navên ku hatine destnîşankirin ji bo Wezareta Derve navê siyasetmedarê Kurd Fuad Husên hatiye diyarkirin.