TR KU SO
FB X
Cîhan

Kazimî bi pêwendiyeke telefonê pistgirî da Sah Abdullahê Duyem

Admin H
Nivîskar
📅 05 nîsan 2021 23:21

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, bi pêwendiyeke telefonê piştevaniya xwe bo Şahê Urdinê Şah Abdullahê Duyem nîşan da û diyar kir ew piştgiriyê didin seqamgeriya Şahnişîniya Urdinê.

Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê da xuyakirin ku Kazimî ligel Şah Abdullah axivîye û piştevaniya xwe bo wî nîşan daye.

Herwiha Kazimî gotiye, nearamîyeke li Urdinê rû bide ji bo Iraqê jî dibe gef.

Du roj berê li Urdinê aloziyeke ewlekariyê rû dabû û bi qasî 20 kesên payebilind hatibûn binçavkirin bi hinceta ku pêwendiya wan ji bo têkdana rêveberiya Urdinê bi aliyên derve re heye. Herwiha Prensê berê Hemza bin Huseyîn jî bi wê hewldanê hatibû tawanbarkirin.

Parve bike: