Kazimî: “Divê em li ser alternatîva petrolê bixebitin”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî li Iraqê bi rêvebirê Rafîneriya Dorayê û xebatkarên wê re di fetara êvarê de hatin cem hev û got ku ji bo avakirina dewletê herkes berpirse û li ser pêşdeçûnên Iraqê şiroveyan kir û got:
“Divê em li ser alternatîva petrolê bixebitin. Divê ev xezîne ji bo zarokên me, nesla me û dahatûya Iraqê mayînde bimîne. Ji bo avakirina dezgeyên dewletê xebatên me dewam dikin. Di vê mijarê de em tev berpirsin û divê em wezîfa xwe bikin. Hemwelatiyên me tevî zor û zahmetiyan ji bo jiyaneka baştir bijîn ji destê me çi tê em zêdetirê wê dikin. Hukumet dixebite da xizmeta herî baş bike. Ji bo pêdiviya elektrîkê di mehên havînê de ji bo pêdiviya xelkê bicîh bînin, em dixebitin.
Niha piştî hilbijartinê em wextekî demkî dijîn. Rewşa navbera Rûsya û Ûkraynayê bandorê li ser rewşa darayî û jiyana dinyayê kir. Tevî van şertan, ji bo parastina hemwelatiyên me, me biryarên wêrekî da.”