TR KU SO
FB X
Cîhan

Kazimî: “Eger em nikaribin bixebitin, dev ji kar berdidim”

Admin M
Nivîskar
📅 26 hezîran 2020 05:07

PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî behsa pêşdeçûnên dawî yên li Iraqê kir û got; wê di asta bilind yên wezîfedarên dewletê de guhertinan çêbike û eger partiyên siyasî di vê mijarê de astengî derbixin, dibe ku dev ji wezîfê berde. Kazimî li Bexdayê bi medya mehellî re civiya û weha got:

“Di demekî nêz de, di qedemeyên dewletê de, em ê guhertinan bikin. Dibe di vê mijarê de hinek rexne li me bên kirin. Rexne dê ji aliyê kesên an partiyên siyasî yên ku berjewendiyên wan zerarê bibînin de dê bên kirin. Eger îznê nedin em bixebitin, ji xwe tiştekî me tine ye û em ê destpaqij dev ji wezîfa xwe berdin.”

Serokwezîr Kazimî got ku ruşweta li Iraqê heye ji terorê talûketire û wê bikevin pêşiya wan kesên ku bertil û ruşwetan distînin.

Li Iraqê ji sala 2003 an û heya niha kesên ku di asta jor de tên wezîfedarkirin, di navbera partiyên siyasî de tên parvekirin.

Parve bike: