Kazimî: Em wan bas nas dikin û em ê wan eskere bikin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna awarte de, tekezî li ser desteserkirina êrîşkarên hewla kuştina wî kir û da zanîn, ew hatine naskirin.
Kazimî di civîna awarte ya Encûmena Wezîran a Iraqê de diyar kir, mala wî bi awayekî rasterast bi dronan hatiye armanckirin, ev karê tirsonek, ne karê kesên dilêr e û vîna Iraqiyan nîşan nade.
Herwiha eşkere kir: “Welatê me di gelek qeyranan re derbas dibe, ev qeyran jî ne yên îro û ne jî yên vê hikûmetê ne. Me karî qeyranên aborî û tendirustî çareser bikin. Siyasetên şaş, yên hikûmetên berê ne.”
Kazimî got, encamên hilbijartinan û gilî û gazindan ne ji erkê hikûmetê ye, erkê hikûmetê dabînkirina pirsên darayî û ewlekariyê yên ji bo birêvebirina hilbijartinan e.
Di berdewamiyê de da zanîn: “Em ê li dû encamderên êrîşa do biçin. Em wan baş nas dikin û em ê wan eşkere bikin û em ê kujerên efserê Dezgeha Hewalgiriyên şehîd Eqîd Nibras Ferman bidin dadgehê.”
Do berbangê mala Kazimî ya li Herêma Kesk a Bexdayê rastî hewleke kuştinê ya têkçûyî hatibû. Di encamê de hin pasewanên wî birîndar bibûn.