Cîhan
Kazimî: “Ez ê nebim namzed û ti partiyekî destek nekim”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bi sedema cejna Remezanê û salekî wî di serokwezîrtiyê de derbas bû, civîneka çapemeniyê kir û di civînê de ragihand ku dê di hilbijartina cotmehê de nebe namzed.
Kazimî ragihand ku di dewrekî îstîsnayî de bûye serokwezîr û weha got:
“Iraq bi sedema krîzeka civakî diviya rêyekî bijarta. Wezîfa me avakirina bingehekî zelal û adil bo hilbijartinan bû. Me roja hilbijartinan 10 ê cotmehê danî.”
Kazimî behsa hilbijartinan kir û got ku soza dabû milletê bicîh aniye û dê di hilbijartinan de nebe namzed û ti partiyekî destek neke.
Kazimî got ku di têkoşîna li dijî terora IŞİD ê de gelek serkeftinan bidest xistine û dê operasyonên li dijî terorê dewam bike.