TR KU SO
FB X
Cîhan

Kazimî li dijî yasaya deynkirinê derket: Xeletî hat kirin...

Admin H
Nivîskar
📅 24 mijdar 2020 21:52

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, dijî yasaya deynkirinê ku bêyî beşdariya Kurdan li Parlamentoya Iraqê 12ê mehê bi dengên şîe û suneyan hatibû pesendkirin û mûçeyên herêma Kurdistanê tê de cî negirtibû derket.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê li ser navê Mistefa Kazimî li ser Twitterê ragihand: “Pirsgirêkên me li ser yasaya deynkirinê hene, ku çend xeletî di wê yasayê de hatine kirin û civînên me ligel parlementoyê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan berdewam in.”

Kazimî dibêje; “Ji destpêka pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ve, em ji bo zêdekirina dahatan dixebitin, ku ji bo pêşkirina xizmetguzariyên herî baş bo welatiyan, pêwîst e.”

Serokwezîrê Iraqê daye xuyakirin: “Divê wezîr girîngiya zêdetir bidin projeyên veberhênanê, da ku rêjeya derfetên kar û avakirin zêdetir were kirin û hemû sektorên jiyanê werin çalakkirin.”

Parve bike: