Cîhan
Keir Starmer dest ji siyasetê berdide: Ji parlementeriyê îstîfa kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Keir Starmer di meha Temmûzê de ji serokwezîrtiyê îstaîfa kribû. Di meha Hezîranê de ji serokatiya Partiya Karkerên Îngîltere îstîfa kiribû. Niha jî ji parlementira meclisê îstîfa kir. Starmer 11 sale ku parlementer bû. Îstîfa Starmer tê vateya ku wê bi temamî ji siyasetê vekişe.
Starmer, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku ji îro de, ji parlementeriya herêma Londrayê ya Holborn and St Pancrasê îstîfa kiriye. Starmer piştî îstîfa xwe, wê li ser pêwendiyên navdewletî, bergiriyê û li hember şiddeta li ser jin û zarokan bixebite.
Starmer her weha ragihand ku dê di hilibjartina parlementeriyê de di şûna wî de, her kîjan hevalê wî bibe namzedê Partiya Karkeran, dê bi temamî destekê bidê.