TR KU SO
FB X
Cîhan

Kerkûk | Li dijî DAISê operasyonek hat destpêkirin

📅 02 hezîran 2020 15:14

PeyamaKurd – Piştî zêdebûna hewildan û êrîşen rêxistina terorê ya DAIŞê, bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li dijî DAIŞê operasyonek hatibû destpêkirin.

Li gorî nûçeyên medya Iraqê, îro Sêşemê (02.06.2020) serokwezîê Iraqê Mistefa Kazimî gihişt Kerkûkê û çavdêriya operasyona ‘’Pehlewanên Iraqê’’ dike.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Yehya Resûl derbarê operasyonê de daxuyaniyek da û got:

"Bi fermana Serokwezîr Kazimî li başurê rojhilatê Kerkûkê li dijî DAIŞê operasyoneke bi navê Pehlewanên Iraqê hatiye destpêkirin. Operasyon ji milan ve tête birêvebirin û armanc tunekirina hebûna DAIŞê ye."

Hêjayî gotinê ye ku DAIŞ dem bi dem li Kerkûkê li dijî yekîneyên leşkerî êrîş û teqînan pêk tîne.

Parve bike: