Cîhan
Kesê ku li Swêdê Qûran sewitandibû bi tawana nefretê hate sizadan
PeyamaKurd – Dadgeha Linköping a Swêdê, ji bo kesekî 27 salî ku sala 2020an Qûran şewitandibû, ji tawana nefretê ceza kir.
Kesê rastgirê tundrew ku navê wî nehatiye eşkere kirin, sala 2020an li bajarê Linköping Qûran şewitandibû, danîbû ber mizgeftê û dîmenên wê jî di medya civakî de belav kiribûn.
Hate ragihandin ku dadgeê bi tawana nefretê ew kes mehkûm kiriye û 800 krone ceza li ser biriye.
Hêjayî gotinê ye, çend meh berê jî li Swêd û Denmarkê ji aliyê kesên rasgirên tundrew ve Qûran hatibû şewitandin û ev yek rastî bertekên tund ên welatên misilman hatibû.