Kesê tecawizê keça 12 salî kir xelkê ew lînç kir
PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Bengala Rojava keçekî ji malê derket da diyariya rojbûnê bikire. Keçik car din venegeriya malê û paşî tesbîtkirin ku kesekî tecawizê keçikê kiriye û di nav çewalekî de wê avetiye golekî.
Xelkê deverê gelek hêrs bû, zilamê ku digotin tecawizî keçikê kiriye, wî girtin û lînç kirin. Zilam li nexweşxanê can da.
Li deverê xelk û polîs ketin pêşberî hev û li hev xistin. Erebeyên polîsan tehrîb kirin û hukumeta eyaletê tîmekî lêpirsînê ava kir.
Rûdan li eyaleta Bengala Rojava, li herêma Başûr 24 Parganasê li bajarê Baruipurê qewimî. Zilam3e ku tecawizê keçikê kiriye hatiye girtin û sucê xwe gotiye. Li ser îtîrafa gumanbar xelk ketiye nav tevgerê û wî linç kirine.
Rayedar dibêjin ku li ser firehbûna çalakiyan 4 kesan xistine bin çav û hêjî operasyon dewam dikin.