TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiya balafiran ya Çînê çû okyanusa Pasîfîkê

Admin M
Nivîskar
📅 12 hezîran 2019 04:19

PeyamaKurd- Keştiya balafiran ya Çînê ya bi navê Liaoning, di herêma ku di navbera girava Okinawayê û girava Miyakoyê de ye, derbas bû û çû okyanûsa Pasîfîk. Bi vê keştiya balafiran re keştiyeka dinê jî heye ku dikare îkmala ardûya keştiyê bike û hem gelek bilez dikare here. Nûçe ji aliyê ajansa bi navê Kyodo hat belavkirin ku çavkaniya wê wezareta bergiriyê ya Japonya ye.

Di beyana wezareta Japonya de hat ragihandin ku di vê sefera wê de, îhlala ava Japonyayê nehatiye kirin. Li gor ragihandina Japonyayê li dora vê keştiya balafirên şer, 4 keştiyên din jî hatine dîtin.

Di navbera Japonya û Çînê de gelek caran niqaş li ser mijara sînorên avê tekirin û her dû dewlet hev bi îhlala sînorên avê yên hev tewanbar dikin.

Parve bike: