TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiya balafirên ser a Amerîkayê ji bo 'Ewlehiya Ewropayê' li Derya Spî dimîne

Admin H
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2021 18:46

PeyamaKurd – Pentangonê ragihand ku ji ber aloziya Ûkrayna-Rûsyayê ji bo misogeriya ewlehiyê bidin welatên hevpeymanên Yekîtiya Ewropayê, wê keştiya balafirên şer a Amerîkayê heta demeke din li Derya Spî bimîne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin, biryar daye ku keştiya Harry S. Truman a balafirên şer ku ber bi welatên kendavê bi rê ketiye, ji bo misogeriya ewlehiyê bidin hevpeymanên xwe yên Yekîtiya Ewropayê wê heta demekê li Derya Spî bimîne.

Keştiya Harry Truman û hêza ligel wê 14ê Kanûna 2021ê xwe berdabû nav avên Derya Spî.

Li aliyê din biryare Amerîka û Rûsya 10ê Çileya 2022yan li Cenevê derbarê krîza Ûkrayna û ewlehiya Ewropayê de bicivin.

Parve bike: