TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiya bar binav bû 13 kes winda ne

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 26 mijdar 2023 23:18

PeyamaKurd - Li nêzîkî girava Lesbosê ya Yunanistanê keştiyek bin av bû, 13 kes winda bûn.

Li nêzikî girava Lesbosê ya Yunanistanê keştiyeke bar a bi ala Komorê bin av bû.

Ji 14 muretebatên ku di keştiyê de bûn tenê muretebatek hatiye rizgrarkirin û 13 kesên din jî winda ne.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Peravan a Yûnanistanê, saet derdora 7ê sibehê keştiyek xera bûye û sînyal şandiye.

Hêzên Ewlehiya Peravan a Yunanistanê ragihand ku piştî demekê keştî ji radarê winda bûye.

Li aliyê din, hêzên Yunanistanê da zanîn ku di keştiyê 2 muretebatên Sûriyeyî, 4 Hindî û 8 Misirî hebûne.

Ji wan tenê yek bi saxî hatiye dîtin û bi helîkoptereke hêzên deryayî hatiye rizgarkirin.

Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Parve bike: