TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiya Îranê di Behra Hazarê de noqav bû

Admin M
Nivîskar
📅 27 tîrmeh 2019 00:24

PeyamaKurd- Keştiya barhilgir ya Îranê ku barê ziwa dibir û dianî, di Behra Hazarê de, nêzî lîmana Azerbeycanê ya Lenkeran noqav bû. 9 xebatkarên keştiyê hatin rizgarkirin.

Li gor ragihandinba ajansa Deryayê ya Azerbeycanê; keştiya aîdê Îranê ya bi navê Şebagehg, av kete navê û hawarê ji der û dro xwest. Piştî hawar gihaye ajansa Azerbeycanê, 2 helîkopterên bi ser wezareta rewşa awarte ve, bi hewa dikevin û diçin ciyê bûyerê. Bi alîkariya beşa xizmetê ya sînorê dewleta Azerbeycanê 9 xebatkar hatin rizgarkirin.

Piştî her 9 xebatkar rizgar bûn, keştî bi temamî noqav bû.

Parve bike: