Cîhan
Kestiya ku 260 penaber tê de bûn li Derya Spî winda bû
PeyamaKurd - Li beravên Maltayê, keştiyeke ku 260 penaber tê de bûn, winda bû û heta niha ti agahî jê nayê standin.
Li gorî ragihandina Ajansa Frontexê, wê Yekîtiya Ewropa balafirekê ji bo lêgerîna windahiyan bişîne.
Berî niha jî hatibû ragihandin ku yek ji 4 keştiyan noq bûye, lê rayedar ji bo vê yekê neketine nava tevgerê.
Heta niha, rayedarên Malta û yekîneyên ewlekariya peravî yên Îtalyayê, ti agahî derbarê keştiyê de nedane.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li Îtalyayê ragihand, “Tirsa wan ew e ku keştî noqî avê bûbe û heta niha ti agahî ji rayedaran derneketiye.”