TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiyên Îranê 40 masîgirên Yemenî kustin

📅 22 mijdar 2018 04:18

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku keştiya Îranê ya bi navê Sawizê êrîşî masîgirên Yemenê kir û heta niha 40 kes kuştin û 60 kes jî birîndar kirin.

Li gor xebera ajansa resmî ya Yemenê SABAyê Midûrê Ewlehiya Peravan Fethî el-Muellim diyar kir ku keştiya Îranê bi navê Sawizê ji meha Tebaxê vir ve 40 masîgir kuştin. 

Li gor vê xeberê masîgirên li navçeya Xoxayê û komeleyên wan xwepêşandan kirin û daxwaz kirin ku êrîşên Îranê yên li ser masîgiran werin rawestandin. 

Li gor agahiyên The Washington Free Beaconê ji berpirsên Amerîkayê wergirt, ev keştiya Sawizê ku aîdê Îranê ye li peravên Yemenê rawestiyaye û ji bo êrîşên piştgiriyê dide Hûsiyan.

Parve bike: