TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiyên ser çûn nav ava Rûsyayê

Admin M
Nivîskar
📅 24 îlon 2018 21:23

PeyamaKurd- Dijberiya navbera Rûsya û Ûkraynayê her diçe dijwartir dibe. Piştî niqaşên di derbarê dêrê de, niha 2 keştiyên şer yên Ûkraynayê, piştî 4 salan ketin nav ava Rûsyayê. Terefê Rûsyayê bi hezir keştiyên Ûkraynayê dişopîne.

Piştî 4 salan keştiyên Ûkraynayê ketin nav ava Rûsyayê lê Rûsya bi xwe, “Buhira Kerçê” û ew keştiyên ku di bin “Pira Kirimê” de derbas dibin, wan dixe bin çavdêriya xwe.

Li gor peymana navbera her dû dewletan ya ku di sala 2013an de hatiye îmzekirin, her dû dewlet bi hevre dikaribûn di van buhir û piran de derbas bibin lê şerê navxweyî yê Ûkraynayê kir ku heya niha pêdiviya Ûkraynayê bi derbasbûnê tinebû.

Keştî piştî ku ketin nav Behra Kirimê, ji aliyê artêşa deryayî û Asayîşa peravê ya Rûsya de tên taqîbkirin.

Medya her dû aliyan, nûçeya derbasbûna keştiyên Ûkraynayê bo nav ava Rûsyayê, di manşetên xwe de belavkirin.

Parve bike: