TR KU SO
FB X
Cîhan

Kestiyên ser hatin hemberî hev!

Admin L
Nivîskar
📅 08 îlon 2023 15:17

PeyamaKurd – Keştiyeke şer a Kanadayî li herêma nakok a ku Çîn îdîaya wê li Deryaya Çînê ya Başûr dike, hat hemberî keştiyeke şer a leşkerî ya Çînî.

Keştiya şer a HMCS Ottawa ya Kanadayê li herêmek avên nakok ên ku Chinaîn îdîa dike li Deryaya Çînê ya Başûr, bi keştiya şer a leşkerî ya Çînî Luyang re rûbirû bû.

Ev alozî di dema ku Kanada bi Amerîka û Japonê ra tetbîqata deryayî ya hevpar li dar dixist, derket.

Hat ragihandin, keştiya Luyang nêzî HMCS Ottawa dibe û rayedarê keştiya Kanadayê ji bo armancên îstîxbaratê hewl dide dîmenan bi dest bixe da ku ji nêz ve keştiya Çînê bişopîne.

Herwiha hate destnîşankirin, Luyang dronek ber bi HMCS Ottawa ve şandiye û ev wesayît ji dûr ve keştiya Kanadayî dişopîne.

Keştiyeke Amerîkî bi Luyang re têkilî danî û jê re da zanîn ku ew nêzîkî herêmê dibin û bi vî awayî keştiya şer a Çînê rê da keştiyên din lê berdewam kir.

Parve bike: