KFOR: Hejmara leskerên birîndar, gihîst 30î
PeyamaKurd- Hêza Aştiyê ya NATOyê ya li Kosovayê (KFOR) ragihand ku hejmara leşkerên ku di bûyerên li bakurê welêt de birîndar bûne gihîştiye 30î.
Di daxuyaniya KFORê de hat ragihandin, ji leşkerên ku di pevçûna di navbera Sirp û leşkerên KFORê yên li ber şaredariya Zveçanê protesto kirin de birîndar bûne 11 Îtalî û 19 jî Macar in.
Hat destnîşankirin ku di laşên leşkeran de şikestin û ji ber madeyên teqemeniyê şewitîn heye û 3 leşkerên Macar jî bi çekê birîndar bûne.
Fermandarê Misyona KFORê Orgeneral Angelo Michele Ristuccia ragihand ku "Leşkerên Korpusa Aştiyê ya KFORê ji bo ku di navbera aliyan de şer û pevçûn çênebin û xetereya aloziyê kêm bikin, metirsiyên li ser jiyana Sirbên Kosovayê û Arnawidên Kosovayê asteng kirin. Divê bi tevahî berpirsyariya tiştên ku qewimîne bigirin ser xwe û xwe li pişt gotinên derewîn veşêrin û li şûna ku xwe bispêrin, divê pêşî li zêdebûna aloziyan bigirin.”